Kar xezalê çavê te çîroka kure
Rukeniya te warekî bê sînore
Her nêzik dibim tu ji min dure
Dixwazim te bibînim min nîne paspore
....
Zab u Xabur u Dijla u Sêhun u Ferat
Sîpan u Hemrîn Zagros u Ararat
Laliş u Dêrsim Avrîn Mahabad
Ji bu wan dilgeş dimam her roj hildihat
...
Çiya u newal u ezman tabloya rengîn
Dengê kevok u şalul ew sazê şêrîn
Berf u baran u bahoz li hev hêwirîn
Evîndarê te ye dil li benda te dimîn