Qamişlo
Ax û êşa te maç dikim
Li tekiya eşqê silav dikim
Ger te bi kêra pêça bin
Dîsa ez te himêz dikim
Dûrim ez lê tu ma di dil de
Ketiye xwînê çawa bikim
Tu pitika ser zimanê kul
Ritma rawan û dengê dil
Ji êşa her kesî dinalî
Dêm ziwa bû çav mane şil
Çi şermok e û xalxalok e
Çi xweş ware kirine kavil
Cotê şêra bi rê kirin
Ji bo welat gorî kirin
Tola Amûdê û Kobanê
Ji devxwîna xweş rakirin
Çi nazdar e ken bihar e
Şarê vînê bi nav kirin